Hoşyar Zêbarî: Em ji hemû aliyan daxwaz dikin rêzê li statuya Herêma Kurdistanê bigrin
Dema me di sala 1992an de biryar da ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê encam bidin, me guh neda gefan û statuya niha ya Herêma Kurdistanê jî berhema wê hilbijartinê ye.”
Hewlêr (K24) – Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî ji hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê daxwaz dike ku rêzê li statuya Herêma Kurdistanê bigrin û dibêje: “Dema me di sala 1992an de biryar da ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê encam bidin, me guh neda gefan û statuya niha ya Herêma Kurdistanê jî berhema wê hilbijartinê ye.”
Îro Yekşemê 28ê Gulana 2023an, Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî di konferansa "Peymana Lozanê Piştî Sed Salan" de li Swîsreyê diyar kir, dema me di sala 1992an de biryar da ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê encam bidin, hemû welatan li dijî vê yekê rawestiyan û ligel wê yekê nebûn ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê were kirin.”
Hoşyar Zêbarî eşkere kir, tevî ku beşek ji welatan encamdana hilbijartinên Kurdistanê wek "metirsî" bi nav kir, lê belê ew rijd bûn li ser encamdana wê û got: “Ev statuya Herêma Kurdistanê ku niha heye, berhema wê hilbijartinê bûye.”
Zêbarî di gotara xwe de ji hemû aliyên siyasî yên "Kurdistana Mezin" daxwaz kir, rêzê li statuya Herêma Kurdistanê bigrin û got: “Ev statu berhema xwîna şehîdan û xebatên çendîn sal ên gelê Kurd e li dijî sitemkaran.” Herwiha diyar kir: “Bila rexne were girtin, lê belê dijayetiya statuya Herêma Kurdistanê neyê kirin.”
Duh Şemiyê 27ê Gulana 2023an, bi beşdariya bi dehan kesayetên Kurd ên ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê konferansek li jêr navê "Peyman Lozanê Piştî Sed Salan" li bajarê Lozanê yê Swîsreyê dest pê kir. Îro roja duyem a konferansê bû û di nav van du rojan de çendîn kesayetên siyasî û akademîsyen ên Kurd û biyanî, gotara xwe pêşkêş kirin.