Li Şirnexê 22 kes bi tometa PKKê hatin binçavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Şirnexê di encama operasyoneke li dijî bergûmanên PKKê de, 22 kes hatin binçavkirin.
Hêzên ewlehiyê li Şirnexê li dijî bergûmanên PKKê operasyon daye destpêkirin û avetine ser malan.
Li gor zanyariyan 22 kes hatine desteserkirin û piştî dadgehkirinê biryara zindanîkirina çar kesan hatiye dayîn û yên din hatine azadkirin.
Duhî li bajarê Colemêrgê jî 10 bergûmanên PKKê hatibûn binçavkirin.