Rêbera veberhênanê ya Hikûmeta Herêmê: Li Kurdistanê Veberhênanê Bike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi zimanê Îngilîzî rêberek bi navê "Li Kurdistanê Veberhênanê Bike" belav kir.

Hewlêr (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi zimanê Îngilîzî rêberek bi navê "Li Kurdistanê Veberhênanê Bike" belav kir, ku tê de sektorên girîng û sereke yên veberhênanê destnîşan kirine li Herêma Kurdistanê ji bo veberhênerên biyanî ku dixwazin li Herêma Kurdistanê kar bikin, wek hewlek ji bo pêşvebirina zêdetir a sektora veberhênan û geşepêdana aboriyê.

Di destpêka rêbera 64 rûpelî de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşgotinek nivîsandiye ku tê de veberhêneran han dide li Herêma Kurdistanê kar bikin û dilniyaya hemû piştevaniyan jî ji bo serxistina veberhênanên wan dide.

Bihêzbûna asayîş û seqamgîrî û hêza karêz şareza û kêmbûna lêçûnên karkirinê li Herêma Kurdistanê, bi gotina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, beşek in ji wan taybetmendiyên ku Herêma Kurdistanê dikin bi awayekî balkêş ji bo kompaniyan, da ku veberhênanê bikin.

Mesrûr Barzanî di beşeke pêşgotina xwe de nivîsandiye: “Ez wek Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dilniyayiyê didim ku hikûmeta min pabend e bi pêşvebirina sektora taybet û berfirehkirina aboriyê ji bilî xwegirêdana bi petrol û gazê. Desteya Veberhênan amade ye ji bo pêşkêşkirina hemû cûre piştgiriyeke pêwîst ji bo serkeftina we li Herêma Kurdistanê. Gelek bi sadeyî, em dizanin serkeftina we, serkeftina me ye.”

Tevî dirustkirina karê baş û berdewam û demdirêj, Mesrûr Barzanî dibêje, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêsankariya temam ji bo veberhêneran dike, da ku bêne Herêma Kurdistanê û veberhênanên xwe pêş bixin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê dike ku hikûmet di hewla berdewam de ye ji bo pêdaçûna bi hemû aliyên veberhênanê û jîngeha bazirganî ya karkirinê li Herêma Kurdistanê bi rêya hêsankarîkirina ji bo tomarkirina kompaniyan û kêmkirina wê dema pêwîst bo pêşkêşkirina daxwazê ji bo îhaleya giştî.

Mesrûr Barzanî dibêje: “Em bi girîngiyê ve li şarezayî û ezmûna veberhênerên nû dinêrin û çavê me li siberojeke geştir e. Em hemû hevbeşên xwe yên li seranserê dinyayê vedixwînin ku beşdar bin ligel me di dirustkirina aboriyeke serkeftî.”

DI NAVEROKA RÊBERA VEBERHÊNANÊ DE ÇI HENE?

Beriya behskirina sektorên veberhênanê li Herêma Kurdistanê ku çendîn warên cuda hene, wek; çandinî û xurek, pîşesazî, geştyarî, xizmetguzarî û jêrxan, rêbera veberhênanê kurteyek li ser Herêma Kurdistanê û çendîn zanyariyên destpêkî û pêwîst pêşkêş dike, wek dahata takekesî di salekê de û hejmara nişteciyan.

Rêbera veberhênanê piştre di çend beşan de zanyariyan pêşkêş dike li ser sektorên cuda û hejmar û navên wan kompaniyan ku di wan sektpran de kar dikin.

Di nava 20 salên borî de, bi qebareya 66 milyar dolar veberhênan li Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Yasaya veberhênanê li Herêma Kurdistanê çendîn handerên cuda li xwe digre, wek; dabînkirina zevî ji bo projeyan û wernegirtina bac û gumrig bo dema salekê, rakirina gumrigê li ser keresteyên xav heta dema pênc salan û hwd.