Rêya navbera herdu bajarokên Dêgele û Şoriş tê qîrkirin

Wezareta Avakirin û Niştecîkirinê ya Herêma Kurdistanê projeya qîrkirina rêya navbera herdu bajarokên Dêgele û Şorişê bi qasî çar milyar dînaran û bi dirêjahiya 37 kîlometre, xiste warê cîbicîkirinê.

Hewlêr (K24) – Wezareta Avakirin û Niştecîkirinê ya Herêma Kurdistanê projeya qîrkirina rêya navbera herdu bajarokên Dêgele û Şorişê bi qasî çar milyar dînaran û bi dirêjahiya 37 kîlometre, xiste warê cîbicîkirinê.

Îro Pêncşemê 1ê Hezîrana 2023an, Wezîrê Avakirin û Niştecîkirinê ya Herêma Kurdistanê Dana Ebdulkerîm di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Tevî vê qeyrana darayî ku heye, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngî daye çêkirina rêyan, di vê çarçoveyê de jî îro em civiyan û me kevirê bingehîn ê vê projeya girîng danî.”

Ji aliyekî din, Rêveberê Avakirinê yê Koye Kosar Heme Salih ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Em xwe wek xizmetkarê gundan dizanin, ew projeyên ku hatine kirin, hîn jî di asta xwestekên xelkê navçeyê de nînin, lê belê di plana me de ye ku di dahatûyeke nêzîk de hemû rêyên gundan werin qîrkirin.”

Ji aliyê xwe ve, nişteciyê gundê Bayzaxa Celîl Teha ji Kurdistan24ê re ragihand: “Nişteciyên 40 gundan sûdê ji vê rêyê dibînin, me beriya niha rêya dûr û ne xweş dibirrî, car hebû ji ber astengiya rê nexweşê me hindik mabû bimire, ev proje bi dawî bibe, ji bo me gelek girîng e.”