HEZKURDê xelata rêzgirtinê pêşkêşî Kurdistan24 kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) ji ber xebatên wê yên di warê ziman û çanda Kurdî de, plaketeke rêzgirtinê pêşkêşî Kurdistan24 kir.
Nûnerê HEZKURD li Diyarbekirê Mihemed Seîd serdana ofîsa Kurdistan24ê li bajêr kir û ji ber xizmet û xebata ji bo parastina zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê, xelatek pêşkêşî Kurdistan24 kir.
Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) tevgereke Bakurê Kurdistanê ye, di sala 2020an de hatiye damezrandin û ji bo parastin û xwedîderketina li zimanê Kurdî û pêşxistina çanda xwendinê dixebite.