Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya Fransîs Cubraîl Şêr belav kir

"Ez sersaxiyê li serokatiya Dêra Kildanî û Metranê Îbarşiye yê Hewlêrê û malbata cenabê wî û kesûkar û nasên wî û xwişk û birayên Xirîstiyanên Şeqlaweyê dikim."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya Keşe Fransîs Cubraîl Şêr, sersaxiyê li serokatiya Dêra Kildanî û Metranê Îbarşiye yê Hewlêrê û malbata cenabê wî û kesûkar û nasên wî û xwişk û birayên Xirîstiyanên Şeqlaweyê dike.

Îro Duşemê 5ê Hezîrana 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyameke sersaxiyê de ragihand: “Mixabin agahiya koça dawî ya kesayetê naskirî yê Kildanî yê bajarê Şeqlawe rehmetî Keşe Fransîs Cubraîl Şêr gihîşte min.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez sersaxiyê li serokatiya Dêra Kildanî û Metranê Îbarşiye yê Hewlêrê û malbata cenabê wî û kesûkar û nasên wî û xwişk û birayên Xirîstiyanên Şeqlaweyê dikim û hevxemê wan im. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û aramî û dilniyayî bide her kesî.”

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Mixabin agahiya koça dawî ya kesayetê naskirî yê Kildanî yê bajarê Şeqlawe rehmetî Keşe Fransîs Cubraîl Şêr gihîşte min.

Ez sersaxiyê li serokatiya Dêra Kildanî û Metranê Îbarşiye yê Hewlêrê û malbata cenabê wî û kesûkar û nasên wî û xwişk û birayên Xirîstiyanên Şeqlaweyê dikim û hevxemê wan im.

Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û aramî û dilniyayî bide her kesî.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê