Mesrûr Barzanî pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Azerbaycanê li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Hezîrana 2023an pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Azerbaycanê li Iraqê Nasir Memedov kir.

Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşxistina peywendiyên dualî hat guftûgokirin.

Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Azerbaycanê li Bexdayê amadebûna xwe ji bo bihêztirkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand, di demek nêzîk de dê Konsulxaneya Giştî ya Azerbaycanê li Herêma Kurdistanê were vekirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê bo pêşxistina pêwendiyên ligel Komara Azerbaycanê dubare kir.