Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Piştrast bin Herêma Kurdistanê bihêztir dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, helwesta wêrekiya welatparêzan ji aliyekî ve û bêrûmetiya niştimanfiroşan ji aliyekî din ve dê di dîrokê de were tomarkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 11ê Hezîrana 2023an li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Helwesta wêrekiya welatparêzan ji aliyekê ve û bêrûmetiya xayinan ji aliyekî din ve wê di dîrokê de were tomarkirin. Her kes piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê dê bihêztir dibe û em dest ji mafên xwe yên destûrî bernadin.”
Ev peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî di demekê de ye, li parlamentoya Iraqê proseya dengdanê li ser projeyasaya bûdceya federalî ya sala 2023, 2024 û 2024ê birêve diçe.
Derbarê dengdana parlamentoya Iraqê ya duh Şemiyê li ser madeya 14 a girêdayî pişka Herêma Kurdistanê de jî, Partiya Demokrat a Kurdistanê ragihand, wan plana Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya birîna Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê pûç kiriye.
Parlamenterê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Dubirdanî jî di konferanseke rojnamevanî de gpt: “Li gor destûrê ne pêkan e Hikûmeta Federal rasterast bi ti parêzgeh û navçeyeke Herêma Kurdistanê re serederiyê bike.”
Her wiha got: “Hikûmeta Federal nikare ti pereyan ji parêzgehên Herêmê re bişîne, ne bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re be.”