Tom Barrack: Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî di çareserkirina kêşeyan de rola serkirdayetiyê dilîzin

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Iraqê pesnê danûstandinên rasterast ên navbera Hewlêr û Bexdayê yên bo çareserkirina kêşeyên hilawêstî da û rola Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî di birêvebirina vê hevtêgihiştinê de bilind nirxand.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Iraqê Tom Barrack îro 9ê Mijdara 2026an li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya "X" peyamek belav kir û tê de ragihand, danûstandina rasterast a di navbera Bexda û Hewlêrê de rêya herî dirust e bo çareserkirina pirsên aloz ên wekî hinardekirina petrolê, mûçe û dahatan.

Şandeyê Amerîkayê bal kişand ser hewlên serokên her du hikûmetan û nivîsî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî îro ew serkirdayetiya pêwîst nîşan dane.

Tom Barrack her wiha tekez kir ku Washington dê di piştgiriya her du aliyan de berdewam be û got: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li kêleka her du aliyan radiweste, di demekê de ku ew bi hev re kar dikin ji bo avakirina Iraqeke xwedî serwerî û geşbûyî."

Ev helwesta piştevaniyê ya Amerîkayê di demekê de hat ku îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir û ligel Serokwezîrê Federal civiya. Di civînê de her du aliyan êrîşa li ser kêlgeha gaza Kormorê bi tundî şermezar kirin û pêdagirî li ser misogerkirina berdewamiya şandina mûçeyan, lezkirina di derxistina yasaya petrol û gazê de û misogerkirina para dadperwerane ya Herêma Kurdistanê di bûdçeya giştî ya sala 2027an de kirin.