Hevseroka Şaxa Beytûşebapê ya HDPê Zarîfe Borak û 4 kesên din hatin binçavkirin

Girtin
Girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Beytûşşebapê yê Şirnexê di operasyonekê de, 5 endamên HSDê hatin binçavkirin ku Hevseroka Şaxa Beytûşebapê ya HDPyê Zarîfe Borak jî di nava wan de ye.

Li bajarokê Beytûşşebapê yê Şirnexê, hêzên ewlekariyê li dijî endamên Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê operasyon kirin û bi ser malan de girtin.

Li gor zanyariyan pênç kes hatine binçavkirin ku Hevseroka Şaxa Beytûşebapê ya HDPyê Zarîfe Borak jî di nava wan de ye.

Kesên binçavkirî li Rêveberiya Asayîşa Beytûşşebapê tên lêpirsînkirin.

Heta niha sedema binçavkirina siyasetmedarên HDPê nehatiye aşkerekirin.