Jineke din a Kurd li Efrînê hate kuştin

Bajarê Efrînê / Wêne: Star Ehmed - K24
Bajarê Efrînê / Wêne: Star Ehmed - K24

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê jineke Kurd di mala xwe de ji aliyê komeke dizan ve hate kuştin û piştre agir berdan mala wê.

Jêderekî xwecihî ji K24ê re got, komek diz îro danê sibê ketin mala jina Kurd a bi navê Ofê Şêx Ehemd (40 salî) a li bajarê Efrînê. Piştî ku wan pere û zêrê ku di malê de bûn dizîn, bi kêran li wê jinê dan û kuştin, piştre jî agir berdan malê.

Wî jêderî da zanîn, ew jin piştî ku hevjînê wê Henîf Henan Xelîl ji bo kar ji malê derketiye, komeke dizan ketin mala wê, ew kuştin û pere û zêr dizîn, berî derkevin jî agir berdan malê, ta ku tawana xwe veşêrin.

Roja 4ê vê mehê jî li bajarê Efrînê, pîrejineke Kurd a 70 salî dema di kolanê re dimeşiya, bi guleyek nerasterast a çekdarên opozîsyona Sûriyê canê xwe jidest da.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, ji dema dagîrkirina Efrînê di Adara sala 2018an de, ji bo ku xelkê resen ê li Efrînê mayî jî koçber bibin, ji aliyê çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve rastî haletên kuştin, revandin, dizî û talanê tên.

Mal