Li Kobanê dronekê motorsîkletek kire armanc: Kuştî û birîndar hene
Droneke Tirkiyê motorsîkletek li Kobanê kire armanc, 2 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan û 5 sivîl jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Droneke Tirkiyê motorsîkletek li Kobanê kire armanc, 2 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan û 5 sivîl jî birîndar bûn.
Medyaya nêzîkî HSDê ragihandiye, îro di demjimêr 11:55 xulekan de motorsîkletek ji aliyê droneke Tirkiyêve li ser rêya bajarê Helebê li derwazeyê başûrê Kobanê hatiye armanckirin.
Li gor zanyariyên destpêkê, di wê êrîşê de sê kes birîndar bûne û bo Nexweşxaneya Emel a Kobanê hatine veguhestin.
Li aliyekî din, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihandiye, droneke Tirkiyê motorsîkleketek li nêzîkî wêstgeha sotemeniyê ya li Kobanê kiriye armanc, di encamê de 2 şervanan canê xwe ji dest dane û 5 sivîl jî birîndar bûne.