Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê Tendirustiyê yê Urdinê kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Tendirustiyê yê Urdinê û şanda pê re kir.
Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Tendirustiyê yê Urdinê û şanda pê re kir.
Li gor daxuyaniya malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro duşemê 12ê Hezîrana 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Tendirustiyê yê Urdinê Fîras El Hewarî û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de ku wezîrên tendirustiyê yên Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, behsa rêkxistina Hefteya Tendirustiyê ya Kurdistanî – Urdinî hat kirin, ku niha li Hewlêrê birêve diçe.
Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkarî û hevahengiya navbera Wezareta Tendirustiyê ya Urdinê ligel Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê kir û tekez kir ku Herêma Kurdistanê û Iraq dikarin di herdu warên bijîşkî û perwerdehiyê de sûdê ji ezmûna serkeftî ya Urdinê werbigrin.
Pêşvebirina pêwendiyên Urdinê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û hevkarî û hevahengiya zêdetir a warê tendirustî û bijîşkî yê navbera aliyan, mijareke din a hevdîtinê bû.