Swêd bi tometa piştevaniya PKKê kesekî radestî Tirkiyê dike
Swêd cara yekem kesekî bi tometa piştevanîkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) radestî Tirkiyê dike.
Hewlêr (K24) – Swêd cara yekem kesekî bi tometa piştevanîkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) radestî Tirkiyê dike.
Rayedarekî Wezareta Dadê ya Tirkiyê ji ajansa AFPê re ragihandiye, Hikûmeta Swêdê rizamendî der kiriye ku kesekî bi tometa piştevaniya PKKê radestî Tirkiyê bike.
Tometbar 35 salî ye û welatiyê Tirkiyê ye, beriya niha bi bazirganîkirina maddeyên hişber hatiye tometbarkirin.
Rayedarê Wezareta Dadê ya Tirkiyê eşkere kiriye, dixwazin tometbar bi tawana bazirganiya maddeyên hişber siza bidin.
Piştî ku sala borî Swêd daxwaz kir ku bibe endamê NATOyê, Tirkiyê ji bo razîbûnê xwest ku kesên daxwazkirî radest bike, ev cara yekem e ku Swêd daxwaza Tirkiyê ya radestkirinê cîbicî dike.