Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Patrîkê nû yê Dêra Rojhilat a kevin kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Patrîkê nû yê Dêra kevin a Rojhilat Mar George Sêhem Yûnan û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya destbikarbûna Patrîkê nû yê Dêra Kevin ya Rojhilat pîrozî lê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê de nîşan da.

Patrîkê Dêra kevin a Rojhilat pêşketin, geşbûn, azadiya olî û parastina mafên Kiristiyanan li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û xweşhaliya xwe jî ji bo berdewamiya piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Kiristiyanan nîşan da.

Fly Erbil Advertisment