Polîsê Fransî yê teqe li xortekî kir, bi 'kuştina bi qestî' tê tometbarkirin
Desthilatdarên Fransayê ji berfirehbûna xwepêşandan û nerazîbûnan ditirsin, ku piştî kuştina wî xortî serî hildaye.
Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsê ku li Parîsê teqe li zarokekî 17 salî kir, bi kuştina bi qestî tê tometbarkirin. Desthilatdarên Fransayê ji berfirehbûna xwepêşandan û nerazîbûnan ditirsin, ku piştî kuştina wî xortî serî hildaye.
Piştî ku xortekî 17 salî li bajarê Nanterre yê Fransayê ji aliyê polîsan ve hat kuştin li Nanterre û li bajarên din ên wek Parîs, Lyon, Toulouse û Lille wek nerazîbûn xwepêşandan hatin kirin.
Di xwepêşandanan de herî kêm 150 kes hatin desteserkirin, ji ber xwepêşandanan li bajarê Clamartê heta 3ê Tîrmehê qedexeya derketina derve hate ragihandin.
Xwepêşandanên li Parîsa paytexta Fransa roja Sêşemê piştî ku xortekî 17 salî ji aliyê polîsê çûnûhatinê ve hat kuştin dest pê kiribûn, îro jî berdewam dikin.
Di navbera polîs û xwepêşanderan de şer û pevçûn derketin û herî kêm 150 kes hatin desteserkirin.
Li aliyê din li bajarê Clamartê ji ber xwepêşandanan heta 3ê Tîrmehê bi şev qedexeya derketina derve hate ragihandin.