Hikûmeta Tirkiyeyê li ser proseya aştiyê û çend pirsên din dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Tirkiyeyê bi serokatiya Erdogan dicive, ji bo nîqaşkirina nexşerêya çekdanîna PKKê di proseya aştiyê de, bilindkirina mûçeyên xanenişînan û aloziyên vê dawiyê yên di navbera Amerîka û Îranê de.

Biryar e ku Hikûmeta Tirkiyeyê îro Duşem, 9ê Mijdara 2026ê, bi serokatiya Serokkomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan bicive.

Li gorî zanyarên medyayî yên nêzîkî deshilata Tirkiyeyê, di pişka navxweyî û ewlehiyê de, Hikûmeta Tirkiyeyê dê helsengandinê bo pêngavên proseya aştiyê ya ku bi "Tirkiyeya bê teror" tê nasîn dike. Di wê çarçoveyê de jî, karên "Desteya Taybet a Serokkomariyê bo Çekdanîna PKKê", çalakiyên "Lijneya Çavdêriyê li Parlamentoya Tirkiyeyê" û ew qonaxa ku xişteya demkî ya çekdanîna komên çekdar gihîştinê, dê bi hûrgilî bên behskirin.

Herwisa ji aliyê aborî ve, rewşa jîn û jiyara nêzîkî 18 milyon xanenişînan li Tirkiyeyê, ku pênc milyon ji wan kêmtirîn mûçeya diyarkirî werdigirin, dê mijara tewerê giring ê wê civînê be. Tîma aborî ya hikûmetê dê çend bijardeyan, wekî zêdekirina wekhev, dana pişka berfirehî û bilindkirina mûçeyan li gorî jî û salên xizmetê nîqaş bike, daku piştî danûstandinên budceyê bi awayê projeqanûnê pêşkêşî parlamentoyê bê kirin. Herwisa lêkolînên dadwerî di dosyaya gendeliya sindoqên darayî û awayê qerabûkirina veberhêneran jî dê bên helsengandin.

Di tewerên siyaseta derve de jî, aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de û bizavên dîplomasî, bi taybetî ew pirsên ku di peywendiya telefonî ya vê dawiyê ya di navbera Serokkomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump de hatibûn holê, tên nîqaşkirin.

Ligel wê yekê jî, encamên serdana Erdogan bo Azerbaycanê û nexşerêya amadekariyan bo mêvandariya Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanî (COP31) li bajarê Antalyayê dê mijarên pareka din a danûstandinên wê civînê bin.