Di cejnê de nêzîkî 144 hezar geştiyar serdana Hewlêrê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî amarên Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Hewlêrê, di çar rojên Cejna Qurbanê de nêzîkî 144 hezar geştyar ji Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê serdana Hewlêrê kirine.

Rêveberê Giştî yê Geştûguzariyê li Hewlêrê Dilêr Mihemed ragihand, di çar rojên Cejna Qurbanê de nêzîkî 144 hezar geştyar serdana Hewlêrê kirine, di nav wan de geştyarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê û heta geştyarên welatên din jî hene.

Rêveberê Giştî yê Geştûguzariya Hewlêrê ragihand, îsal hejmara geştiyarên Hewlêrê bi qasî yek ji sêyan zêde bûye û ev jî vedigere wê plana ku di warê geştiyariyê de hatiye danîn.

Derbarê hejmara moletên cihên geştûguzariyê de jî Dilêr Mihemed got: moletên 1350 cihên geştyariyê li sînorê Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariyê ya Hewlêrê hene.

Fly Erbil Advertisment