Li Wanê mînîbûsek ket Gola Wanê: 11 kes birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Westan a ser bi parêzgeha Wanê ve, mînîbûsek ji kontrolê derket û ket Gola Wanê û di encamê de 11 kes birîndar bûn.
Mînîbûsa ji kontrolê derket nêzîkî Rêveberiya Karûbarên Avê ya Dewletê ket Gola Wanê û piştî agahdar kirinê tîmên tenduristî, Cendirme û tîmên agirkuj geheştin cîhê bûyerê.
Di bûyerê de 11 kes birîndar bûn û birîndar ji nexwaşxaneyan re hatine veguhestên. Hat zanîn rewşa birîndarekî giran e û metirsî li ser jiyana wî heye.