Yekem karwanê heciyan ber bi Herêma Kurdistanê ve birê dikeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî cibicîkirina ferîzeya hecê, yekem karwanê heciyên Kurdistanê îro danê sibê ji Erebistana Siûdî ber bi Herêma Kurdistanê ve birê ket.

Rêveberiya Hec û Umreyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, îro yekem karwanê heciyên Kurd ji Mekkeyê diçe Medîneyê û ji wir ve ber bi Herêma Kurdistanê bir dikeve.

Li gorî agahiyan, îsal 37 hezar welatiyên Iraqê ji bo pêkanîna ferîzeya hecê çûne Erebistana Siûdî ku ji wan 4 hezar û 685 welatiyên Herêma Kurdistanê ne.

Roja 10.06.2023 yekem karwanê heciyên Herêma Kurdistanê bi rêya bejayî gihişte Erebistana Siûdiyê û piştî du rojan jî, yekem karwanê heciyên Kurdistanê bi rêya asmanî gihîşt bajarê Mekkeyê.