Li Dîlokê şerê çekdarî: 3 kuştî û 1 birîndar
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Taxa Nurtepe ya Dîlokê nîqaşa di navbera endamên her du malbatên ku tê îdîakirin dijminatiya wan hebû, veguherî şerê çekdarî.
Di şer de Şahîn Erşen, Selman Çevîk û Îzzet Karakoç hatin gulebarankirin û li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan, M.Î. jî bi giranî birîndar bû.
Dema gelek tîma polîsan gihîştin cihê bûyerê, kesê birîndar M.Î. bi ambulansê rakirin nexweşxaneyeke taybet a bajêr.
Tîmên Şaxa Tevgera Taybet a Midûriyeta Polîsan a Parêzgehê li taxê tedbîrên ewlehiyê girtin.