Rêya Hewlêr-Xebatê tê nûjenkirin
Parêzgariya Hewlêrê ragihand, bi zêdetirî 3 milyar dînar li ser budceya Parêzgariya Hewlêrê, dest bi cîbicîkirina projeya nûjenkirina rêya Hewlêr-Xebatê hat kirin.
Hewlêr (K24) – Parêzgariya Hewlêrê ragihand, bi zêdetirî 3 milyar dînar li ser budceya Parêzgariya Hewlêrê, dest bi cîbicîkirina projeya nûjenkirina rêya Hewlêr-Xebatê hat kirin.
Di daxuyaniyekê de Parêzgariya Hewlêrê diyar kir, ji bo hêsankariya şofêran û kêmkirina bûyerên trafîkê, bi qasî 3 milyar û 842 milyon û 208 hezar dînar li ser budceya Parêzgariya Hewlêrê, dest bi cîbicîkirina projeya nûjenkirina cadeya Hewlêr-Xebatê hat kirin.
Parêzgariya Hewlêrê eşkere kir, rêya Hewlêr-Xebatê, rêyeke stratejîk û bazirganî ya girîng e û her sê parêzgehên Hewlêr, Duhok û Mûsilê bi hev ve girê dide.