Li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê di 9 rojan de 13 kes di nav avê de xeniqîn
Li bajarên Diyarbekir, Mêrdîn û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê di nava 9 rojên bêhnvedana Cejna Qurbanê de 13 kesên ku ketine nav gol û çeman, di avê de xeniqîn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarên Diyarbekir, Mêrdîn û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê di nava 9 rojên bêhnvedana Cejna Qurbanê de 13 kesên ku ketine nav gol û çeman, di avê de xeniqîn.
Ji ber germahiya zêde ya hewayê, gelek welatî tevî metirsî û hişyariyan, ji bo hênik bibin dikevin nav gol û çeman.
Li Diyarbekirê 9, li Êlihê 3 û li Mêrdînê 1 kes, bi giştî 13 kesên ku ketibûn avê xeniqîn.
Termên welatiyên ku di nav avê de winda bûn, bi xebatên lêgerînê yên tîman ve hatin dîtin û ji bo otopsiyê bo morgê hatin rakirin.
Termên welatiyên ku canê xwe ji dest dan, piştî otopsiyê, radestî malbatên wan hatin kirin û termên wan bi xakê hatin spartin.