Serokwezîr Mesrûr Barzanî xaniyek diyarî Dexîl û Samya kir
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî xaniyek wek diyarî da Dexîl û Samya.
Hewlêr (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî xaniyek wek diyarî da Dexîl û Samya.
Pêşewa Hewramanî di daxuyaniyekê de eşkere kir, Dexîl û Samya, ew hevjînên ku wek nûnerên Êzidiyan beşdarî gotûbêja Serokwezîr û xelkê bûn, wek diyarekî zewaca wan û li hember wefa û hezkirina hev, Serokwezîr Mesrûr Barzanî xaniyek ji wan re bexşand.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bal kişand ser wê yekê ku Samya û Dexîl xelkê Şingalê ne û hevjîna hev bûn, lê belê ji ber jenosîda Şingalê ya ji aliyê grûpa terorîst a DAIŞê ve di sala 2014an de Samya hat revandin û piştî neh salan hat azadkirin û vegeriya cem Dexîl Hesen cardin daweta xwe kirin.