Li Colmêrgê 7 kes hatin binçavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Colmêrgê heft kes hatin binçavkirin ku kesek ji wan jinek 65 salî heye.
Hêzên ewlehiyê Colemêrgê danê sibê bi operasyonekê avêt ser çend malan û heft kes binçav kirin.
Li gor zanyariyan di nava desteserkiriyan de jineka 65 salî jî heye û sedema operasyonê nehate eşkerekirin.
Lêpirsîna bi binçavkiriyan re li Rêveberiya Asayîşa Colemêrgê berdewam e û hevdîtina wan a digel parêzeran heta 24 demjimêran hatiye qedexekirin.