Kompaniyên geştyariyê li benda destpêkirina geştên Diyarbekir-Hewlêrê ne
Geştên asmanî yên rasterast ên navbera Diyarbekir û Hewlêrê dîsa di rojevê de ye ku ji aliyê Serokatiya Ak Partiya Diyarbekir ve hat ragihandin ku di vê mijarê de li gel Wezîrê Veguhestinê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu re hevdîtinek hatiye kirin.
Diyarbekir (K24) - Geştên asmanî yên rasterast ên navbera Diyarbekir û Hewlêrê dîsa di rojevê de ye ku ji aliyê Serokatiya Ak Partiya Diyarbekir ve hat ragihandin ku di vê mijarê de li gel Wezîrê Veguhestinê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu re hevdîtinek hatiye kirin ku Wezîrê Veguhestinê jî daye zanîn dê di demeke nêz de dîroka dubare destpêkirina geştên asmanî yên navbera Hewlêr û Diyarbekirê eşkere bikin.
Serokê Rêxistina Diyarbekirê ya AK Partiyê Muhemmed Şerîf Aydin ji K24ê re diyar kir: “Min û 3 Parlementerên Ak Partiyên yên Diyarbekir me li gel Wezîrê Veguhastinê hevdîtinek pêk anî û me jê re behsa giringiya geştên asîmanî yên rasterast ên navbera Hewlêr û Diyarbekirê de kir. Wî jî erênî bersiva me da. Em hêvî dikin ku demek nêz de dîroka dûbare destpêkirina geştên asîmanî yên navbera Hewlêr-Diyarbekirê de were aşkerekirin. Ev yek bo bazirganî û geştiyariyê bo herdû aliyan jî gelek girîng e.”
Geşta asmanî ya rasterast a navbera Diyarbekir û Hewlêrê cara yekem di 10ê Nîsana sala 2016an de hatibû kirin, geştên di 2017ê de hatin qutkirin di Newroza 2019an de dîsa dest pê kiribûn û di dema pandemiyê de dîsa qut bibûn ku kompaniyên geştiyariyê jî bi keyfxweşî çaverê ne ku dubare dest pê bike.
Xwediyê Kompaniya Geştyariyê Dogan Şan diyar kir: “Gelek kesên ji Başûrê Kurdistanê ne li Ewropa dijîn û ji bo wan gelek zehmet e ku pêşî werin Stenbol û ji wê derê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Ji bo wan jî dê gelek baş be, dê ji bo turîzma herdu aliyan jî gelek baş be. Ev salek e em çaverêyî vê gavê bûn. Em keyfxweş in.”
Di demek qeyrana aboriyê heye de Herêma Kurdistanê bo Bakur û tevahiya Tirkiyeyê wek nefes e ku dubare destpêkirina geştên rasterast ên Diyarbekir û Hewlêrê ji aliyê qada geştiyariyê û karsazan ve bi keyfxweşî tê pêşwazîkirin.