Di çalakiya mesa “Dayikên Şemiyê” de 18 kes hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dayikên şemiyê ku daxwaza dîtina termên zarokên xwe û sizadana berpirsan dikin, li Stenbolê careke din meşiyan. Polîsan jî 18 kes binçav kirin.

Ligel ku biryara Dadgeha Destûrê heye, Parêzgarê Stenbolê rê neda dayikên Şemiyê di hefteya 954emîn de, li meydana Galatasarayê ya Stenbolê bicivin.

Li gel astengiyên hêzên ewlekariyê, kesûkarên windayan û parêzvanên mafên mirov li meydana Galatasarayê çalakiya xwe lidar xistin.

Parlamenterê CHPê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrîkulu û Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyê Ehmed Şik jî piştgirî dan çalakiya dayikên şemiyê.

Polîsan li ser fermana Parêzgariya Stenbolê meşa dayikan asteng kirin û di aloziyan de 18 kes hatin binçavkirin.

Dayikên Şemiyê bi armanca şermezarkirina revandin, windakirin û kuştinên bêdadgehî yên li Bakurê Kurdistanê, ji sala 1995 ve li meydana Galatasaraya Stenbolê çalakiyên aştiyane lidar dixin.