Li Efrînê jinek hatiye revandin û malbata wê banga azadkirina wê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê jineke Kurd ji 5 mehan ve ji aliyê grûpên çekdar ve hatiye revandin û malbata wê bang li rêxistinên yasayî û mafên mirovan dike destêwerdanê bikin û wê azad bikin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, jina bi navê Hêlan Ehmed Mihemed ji berî 5 mehan ve ji bajarê Helebê vegeriya Efrînê û ji dema vegerê ve, ji aliyê grûpa Polîsa Leşkerî ve hatiye revandin.
Li gorî zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan, Hêlan bi tometa ku mêrê wê pêştir di nava hêzên ser bi Rêveberiya Xweser de bû û di dema êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser Efrînê (2018) de canê xwe jidest daye, hatiye revandin.
Diyar kir jî, Hêlan Ehmed Mihemed ji gundê Meydan Ekbesê yê ser bi navçeya Raco ve, dayika 2 keçikên (5 û 8 salî) ye û û di zîndana Maratê de girtî ye.
Malbata Hêlanê bi riya Rêxistina Mafên Mirovan re bang li rêxistinên yasayî, mafên mirovan û navdewletî dike ku fişarê li hikûmeta Tirkiyê bikin, ta ku wê azad bikin û vegere cem keçên xwe.
Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, zêdetir ji 8 hezar Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha hejmarek ji wan hîna revandî ne.