Scholz: Endambûna Tirkiyê di Yekîtiya Ewropayê de pêwendiya wê bi endambûna Swêdê di NATOyê de tune

Navenda Nûçeyan (K24) – Almanya radigihîne, endambûna Tirkiyê di Yekîtiya Ewropayê de pêwendiya wê bi endambûna Swêdê di NATOyê de tune.

Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz ragihand, endambûna Swêdê di Hevpeymaniya NATOyê de ti pêwendiya wê bi endambûna Tirkiyê di Yekîtiya Ewropayê de nîne û nabe werin tevlihevkirin.

Li ser vê mijarê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ragihand, berfirehbûna Yekîtiya Ewropayê pîvanên xwe yên taybet hene û nabe bi mijareke din ve were girêdan.

Herwiha Koşka Spî eşkere kir, pêwendiya wan bi mercê Tirkiyê yê ji bo endambûna di Yekîtiya Ewropayê de tune ye.

Pêştir Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li hember pesendkirina endamtiya Swêdê di NATOyê de, daxwaz kir ku endambûna welatê wî di Yekîtiya Ewropayê de were pesendkirin.