Berdevkê PDK'ê li ser hevdîtina ligel YNK'ê: Gotûbêjên gelek baş û avaker hatin kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand, her du polîtburoyên PDK û YNKê di civîna xwe de guftûgoyên baş û avaker kirin û nabe ew herdu alî ji hev dûr bin.

Şandeke Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Bafel Talebanî pêr 9ê Tîrmehê serdana baregeha Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê kiribû û pêwendiyên dualî û çendîn mijarên aktuel ên girêdayî Herêma Kurdistanê û Iraqê bi taybetî lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û encûmenên parêzgehên Iraqê gotûbêj kirin.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di dema beşdariya di pêşandana belgefîlmê “Serokwezîrekî Xweragir” de li Hewlêrê ji K24ê re ragihand; “Civîn bi arasteyeke baş de çû pêş û gotûbêjên gelek baş û avaker hatin kirin.”

Got jî: “Her du alî (PDK û YNK) gotûbêj li ser wê yekê kirin ku çawa em nêrînên cuda ji bo çareserkirina pirsgirêkan nêzîkî hev bikin û hewl bidin ku valahiyek çênebe ku kesên din jê sûdê werbigirin.”

Mehmûd Mihemed di wê baweriyê de ye ku pêwîst e diyalog û hevdîtinên berdewam di navbera her du aliyan de hebin û got: “Divê em vê bêbaweriyê sererast bikin û hem li Kurdistanê hem jî li Bexdayê hewl bidin pirsgirêkan bi hevbeşî çareser bikin.”

Fly Erbil Advertisment