Serok Barzanî ligel şandeke bilind a Hevpeymaniya Yekgirtî ya Enbarê civiya

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Hevpeymaniya Yekgirtî ya Enbarê kir.

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Hevpeymaniya Yekgirtî ya Enbarê kir.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê 11ê Tîrmeha 2023an li Selahedîn pêşwaziya şandeke bilind a Hevpeymaniya Yekgirtî ya Enbarê ya bi serokayetiya Cemal Kerbulî kir.

Hat eşkerekirin ku di civînê de derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên di nava proseya siyasî ya Iraqê de danûstandina bîr û ramanan hat kirin.