Li pênç bajarên Tirkiyê operasyonek li dijî qaçaxçiyên penaberan hate destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li pênç bajarên Tirkiyê li dijî 15 qaçaxçiyên penaberan, operasyon hate destpêkirin û hejmarek qaçaxçî hatine desteserkirin.
Hêzên ewlehiyê li Mêrsînê li dijî qaçaxçiyên penaberan lêpirsîneke berfireh da destpêkirin û ji bo girtina 15 bergûmanan li bajarên Mêrsîn, Stenbol, Sakarya, Kayserî û Rihayê danê berbangê operasyon hate kirin.
Li gor zanyariyan operasyon heta niha jî berdewam e û hejmarek qaçaxçî hatine desteserkirin.
Hikûmeta Tirkiyê ev demek e rêkarên tund li dijî qaçaxçiya penaberan wergirtine û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya hefteya borî ragihandibû, li ser sînorê Wan û Îranê 168 qaçaxçiyên penaberan hatine girtin.