Baregeha Barzanî: Pirtûka nû ya Serok Barzanî digihe ber destê xwendevanan

Çapa yekem a pirtûka nû ya Serok Barzanî, berga şeşem a "Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd" li jêr navnîşana "Kurdistan û Iraqa Nû, 2003-2016" bi zimanê Kurdî dikeve ber destê xwendevanan.

Hewlêr (K24) – Baregeha Barzanî ragihand, di demeke nêz de pirtûka nû ya Serok Mesûd Barzanî dê bigihe ber destê xwendevanan.

Di daxuyaniyê de Baregeha Barzanî eşkere kir, çapa yekem a pirtûka nû ya Serok Barzanî, berga şeşem a "Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd" li jêr navnîşana "Kurdistan û Iraqa Nû, 2003-2016" bi zimanê Kurdî dikeve ber destê xwendevanan.

Herwiha hat diyarkirin, pirtûka nû ya Serok Barzanî ji 1234 rûpel û du bergan pêk tê û behsa qonaxeke herî girîng a dîroka nû ya Kurdistanê û pêşhateyên wê yên dîrokeke sêzdeh salî dike û ji çardeh beşên cuda pêk tê.

Li ser naveroka pirtûkê, Baregeha Barzanî eşkere kiriye, pirtûka Serok Barzanî balê dikşîne ser rewşa Kurdistan û Iraqê û bi hûrgilî behsa rêzebûyeran dike, ku jiyana siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê biriye qonaxeke nû.

Serok Barzanî di pirtûkê de bi hûrgilî behsa proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û damezrandina Serokatiya Herêmê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û welatan û hilbijartinan û bûyerên din ên girîng ên wan salan dike, herwiha behsa şerê DAIŞê û qehremaniya Pêşmerge û berevaniya gelê Kurdistanê li hember êrîşên terorîstên DAIŞê heta operasyona azadkirina Mûsilê dike.

 

Fly Erbil Advertisment