Daxuyaniyek ji HDK-Î li ser kuştina endamekî wan

Hizba Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (HDK-Î) li ser kuştina endamê HDK-Î Siyamend Şaboyî ragihand, endamê wan ji aliyê kirêgirtiyên Îranê ve hatiye kuştin û termê wî li derdora Behirke hatiye dîtin.

Hewlêr (K24) – Hizba Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (HDK-Î) li ser kuştina endamê HDK-Î Siyamend Şaboyî ragihand, endamê wan ji aliyê kirêgirtiyên Îranê ve hatiye kuştin û termê wî li derdora Behirke hatiye dîtin.

Li gor daxuyaniya Hizba Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (HDK-Î), endamê HDK-Î Siyamend Şaboyî wan ji aliyê kirêgirtiyên Îranê ve hatiye kuştin. HDK-Î daxwaz dike ku nehêlin Îran Iraqê bike qada tîmên xwe û bê helwest nebin.

Herwiha daxwazê ji welatan û ji komeleyên siyasî û rêxistinan dike, vê tawanê şermezar bikin.

Îro danê sibê endamekî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-Î) yê bi navê Siyamend Şaboyî li nêzîkî Cêjnîkan a nêzîkî Behirke ya parêzgeha Hewlêrê hatiye kuştin û termê wî piştî nîvro hatiye dîtin.

Siyamend Şaboyî temen 35 salî ye û xelkê bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Hefteya borî jî HDK-Î di daxuyaniyekê de ragihandibû ku du endamên wan ên din li havîngeheke Qeladizê hatine kuştin.

Fly Erbil Advertisment