Li Sêrtê her cure çalakî û xwepêşandan heta 15 rojan hatin qedexekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Sêrtê her cure çalakî, xwepêşandan, çalakiya rûniştinê li qada vekirî heta 15 rojan hatin qedexekirin.

Di derbarê mijarê de Parêzgeha Sêrtê daxuyaniyek belav kir û diyar kir, operasyonên arteşa Tirkiyê yên li dijî PKKê yên li bakurê Sûriyê û Îraqê û çalakiyên terorê yên li Tirkiyê rû didin li ber çavan girtine û wekî rêkar, her cure çalakî û xwepêşandan li nav sînorên bajarê Sêrtê qedexe kirine.

Li gor daxuyaniya parêzgehê, dema qedexeyê îro 13ê Tîrmehê dest pê dike û dê heta 15 rojan berdewam bibe.