Li Îzmîrê 120 penaber hatin desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li qiraxên Tirkiyê 120 penaberên ku dixwastin bi riya deryayê re xwe bigihînin Ewropayê, hatin desteserkirin.
Li bajarokê Ayvalikê yê Balikesîrê 88 penaberên ku dixwestin bi rêyên neyasayî biçin Ewropayê ji aliyên Hêzên Asayîşa Deryayî ya Tirkiyeyê ve hatin desteserkirin.
Her wiha li qiraxên Îzmîrê jî 32 penaberên bi belemekê berê xwe dabûn Yunanîstanê hatin desteserkirin.
Hikûmeta Tirkiyeyê li dijî derbasbûna penaberan bo Ewropayê ev demek e rêkaran tund kiriye û rojane çûna sedan penaberan bo Ewropayê tên astengkirin.