Parêzgarê Hewlêrê: Şeş milyar dînar ji bo çareseriya kêşeya kêmaviyê hat terxankirin
Omêd Xoşnaw ragihand, ji bo çareserkirina kêşeya kêmavî, hikûmetê bi qasî şeş milyar dînar ji bo mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê terxan kiriye.
Hewlêr (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand, ji bo çareserkirina kêşeya kêmavî, hikûmetê bi qasî şeş milyar dînar ji bo mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê terxan kiriye û hemû hewlên xwe didin ji bo çareserkirina kêşeyê.
Omêd Xoşnaw diyar kir: “Ew pereyên ku ji bo çareseriya kêşeya kêmavî hatiye terxankirin şeş milyar dînar e ji bo mehên 7, 8 û 9, em hêvî dikin vê havînê jî em bikarin vê rewşê derbas bikin.
Xoşnaw destnîşan kir: “Babeta stratejî ya ji bo çareserkirina kêşeya kêmaviyê, sûdwergirt e ji ava ser zevî û rakişandina boriyeke din a avê, ev jî yek ji planên stratejîk ên hikûmetê ye ku çendîn pêngav ji bo vê mijarê avêtine, dê di siberojê de werin cîbicîkirin.”