Kongresmanekî Amerîkî: Divê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Kongresmanekî Amerîkî hevpeymaniya di navbera Kurd û Amerîkayê de bilind nirxand û got, divê civaka Kurd ji zext û gefan were parastin. Got jî: “Divê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.”

Endamê Kongressê yê Demokratan Jerry Conley ji K24ê re got: “Eger Kurd nebûna, hîna gelek dever dê di bin destê DAIŞê de bûna, ji ber wê jî divê em pêwendiyên xwe ligel wan biparêzin.”

Jerry Conley got jî, Divê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike, da ku Kurd sûdê jê werbigirin.

Pêştir alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Enerjiyê ragehandibû, Amerîka pêşwaziyê li rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê dike û ew dixwazin di zûtirîn dem de hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike.

Ji 25ê Adara 2023ê ve hinardekirina petrolê Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê rawestandiye. Li gor rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê jî, petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê ji aliyê kompaniya Somo ve dê were firotin û dahat wê di hesabekî taybet yê bankî de were hilgirtin, ku di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de be.