Naveroka hevdîtina her du şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê aşkere bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li Bexdayê civiyan û Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêmê jî dibêje, gotûbêj li ser awayê cîbicîkirina bendên girêdayî pabendbûna Herêma Kurdistanê di bûdceya federal de hatin kirin û biryar e di çend rojên pêş de civîneke bilind tê kirin.
Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sabah li ser rûpela xwe yê fermî ya “Facebook” daxuyaniyek da û tê de ragihand, “Tîma pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro li Bexdayê ligel tîma bilind a Hikûmeta Iraqê civiya.”
Diyar kir jî, “Di civînê de behsa cîbicîkirina bendên girêdayî pabendbûna Herêma Kurdistanê û dabînkirina maf û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê di bûdceya federalî de hat kirin.”
Li gorî Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê; “Di civînê de biryar hat dayîn ku li gel Wezareta Darayî ya Iraqê, Wezareta Petrol û Çavdêriya Darayî kar berdewam bikin.”
Omêde Sebah nivîsî jî: “Biryar e di çend rojên bê de civîneke bilind were kirin.
Wî ev yek di demekê de ye Omêde Sebah duhî Yekşemê di konferanseke rojnamevaniyê de derbarê serdana wan bo Bexdayê de got: Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî derbarê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de guftûgo kirine û got, pêwîst e tîmeke hevbeş a bilind hebe, ta ku biryarên takekesî li ser bûdce û mafên darayî yên herêmê neyên dayîn, ji bo vê mebestê jî, bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî komîteyeke taybet hat pêkanîn.