Serokwezîrê Belçîkayê bo K24: Rawestandina rêkeftina dexlûdan dê bandorê li ser welatên hejar bike

Bruksel (K24) – Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo li ser pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, rawestandina beşdarbûna Rûsyayê di rêkeftina dexlûdanê de, dê bandorê li ser gelek welatên hejar bike.

Alexander De Croo ji Peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand, hêvîdar e ev tenê rawestandineke demkî be û demildest dest bi hinardekirina dexlûdan di Deryaya Reş re were kirin.

Alexander De Croo herwiha got: “Ez hêvî dikim rawestandina rêkeftina dexlûdan, bandorê li ser nirxê xurekê li Ewropayê neke, çimkî gelek caran welatên ku bandorê li ser wan dike, welatên pir hejar in, ku ti pêwendiya wan bi bûyerên Ewropayê nîne.”

Herwiha dibêje: “Baweriya min wisa ye ku rêkeftina hinardekirina dexlûdan, îsbat kiriye ku em li herdu aliyan dikarin bi hev re kar bikin, da ku bandorên li ser cîhanê kêmtir bibe, ez hêvîdar im ev tenê rêkarekî demkî be û demildest cardin rêkeftin were kirin.”

De Croo got: “Ev karekî bû ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres li ser asta takekesî gelek xebitî ji bo wê û sedema rêkeftinê bû, loma ez hêvî dikim zû dest bi hinardekirina dexlûdan bikin.”

Di 22ê Tîrmeha 2023an de Rûsya û Ukrayna li Stenbolê bi çavdêriya Neteweyên Yekgirtî rêkeftinek îmze kirin, ku armanca wê, hêsankirina gihiştina dexlûdanên Ukraynayê bo bazarên cîhanê ye, da ku ew rêkeftin, qeyrana xurekê çareser bike.

Rêkeftin beriya niha çend caran hatibû dirêjkirin û di 17ê Tîrmeha 2023an de dema wê bi dawî dibe. Rayedarên Rûsyayê diyar dikin ku ew ti îhtîmalek ji bo dirêjkirina dema rêkeftinê nabînin.