Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê serdana Hewlêrê dike
Malpera Le Figaro ya Fransî ragihand, Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu roja sêşemê bi fermî serdana Hewlêrê dike û ji aliyê Serok Barzanî ve pêşwazî lê tê kirin.
Hewlêr (K24) – Malpera Le Figaro ya Fransî ragihand, Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu roja sêşemê bi fermî serdana Hewlêrê dike û ji aliyê Serok Barzanî ve pêşwazî lê tê kirin.
Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu dê serdana serbazên welatê xwe bike, ku wek beşek ji operasyonên NATOyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê hatine bicihkirin.
Serdana Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê bo Herêma Kurdistanê bi mebesta gotûbêjkirina çend mijarên girêdayî asayîş û seqamgîrî û gefên terorê li navçeyê dibe.
Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê roja duşemê ligel Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî civiya û biryar e piştî serdana xwe, roja sêşemê ber bi Herêma Kurdistanê bi rê bikeve.
Kurdistan û Fransa xwedî pêwendiyeke dîrokî ne û di serdema hikumraniya çendîn serokên Fransayê û derbasbûna qonaxên cuda cuda de ew pêwendî hatiye pêşvebirin, di şerê DAIŞê de Fransa di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de hevkar û piştevaneke bihêz a Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bû ji bo têkbirina DAIŞê.