Nûnera nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê dest bi kar bû
Bi amadebûna Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, dewirkirina postê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê hat encamdan.
Hewlêr (K24) – Bi amadebûna Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, dewirkirina postê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê hat encamdan û Tirîfe Ezîz wek Nûnera nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê dest bi kar kir.
Roja Duşemê 17ê Tîrmeha 2023an, Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Berpirsê Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî, serpereştiya dewir û radestkirina peywira Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê ya di navbera Beyan Samî Ebdulrehman û Nûnera nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Tirîfe Ezîz de kir.
Li gor daxuyaniyê, Sefîn Dizeyî spasiya Beyan Samî Ebdulrehman kiriye ji ber erk û xizmeta wê ya di salên borî de pêşkeş kirine û wek nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê bûye û herwiha pêştir jî wek Nûnera Hikûmetê li Brîtanya bûye û ji ber erkê wê yê nû yê Ofîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pîrozbahî lê kir.
Herwiha Berpirsê Pêwendiyên Derve pîrozbahî li Tirîfe Ezîz ku wek Nûnera nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê dest bi kar dibe kir û hêviya serkeftinê ji bo wê xwest. Di heman demê de temamê piştevaniya fermangeha pêwendiyên derve bo nûnera nû û nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê ji bo serkeftina wan di erk û xizmetê de nîşan daye.
Ji aliyê xwe ve Beyan Samî Ebdurehman jî di axaftina de bi boneya dawî hatina erkê xwe, ku 8 salên borî li Washingtonê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, spasiya Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmetê û berpirsên nûnertiyê kir, heman demê de jî bixêrhatin û pîrozbahî li Nûnera nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Tirîfe Ezîz kir.
Tirîfe Ezîz yekem welatiya Kurd û Amerîkî ye ku erkê nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê werdigre û berê jî li ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî kar kiriye. Xwediyê 25 sal ezmûnên karûbarên pêwendiyên hikûmetê yên li Amerîkayê ye.
Fermangehê herwiha eşkere kir, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji bo serdaneke fermî li Amerîkayê ye û dê li gel berpirsên Amerîkayê û endamên Kongrêsê bicive. Nûnera nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Tirîfe Ezîz jî li gel wî ye û dê beşdarî bernameya hevdîtin û civînan bibe.