Japonyayê êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir

"Ev gef e li ser seqamgîrî û aştiya Rojhilata Navîn."
Di êrîşa mûşekî de zirar gihîştin saziya Kurdistan24ê
Di êrîşa mûşekî de zirar gihîştin saziya Kurdistan24ê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva 12/13ê Adara 2022yan bi dema Hewlêra peytext di demjimêr 01:03:47an de, Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê êrîşeke mûşekî bi 12 mûşekên balîstîk kire ser bajarê Hewlêrê û saziya Kurdistan24ê û çend cihên din ên sivîl hatin armanckirin.

Balyozxaneya Japonya ya li Bexdayê derbarê êrîşê de daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Em mûşekbarankirina Hewlêrê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve şermezar dikin, ku gef e li ser seqamgîrî û aştiya Rojhilata Navîn.

Balyozxaneya Japonyayê diyar kir; ew di piştevanî û hewldanên dîplomatîk ên ji bo kêmkirina aloziyan li Rojhilata Navîn, berdewam dibin.