Komisyona Hilbijartinan hejmara dengdêrên Herêma Kurdistanê aşkere dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê hejmara dengdêr û navendên dengdanê yên Herêma Kurdistanê aşkere dike.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Xelayî ji K24ê re ragihand; hejmara dengderên parêzgeha Hewlêrê milyonek û 312 hezar û 601 dengdêr e ku li ser 53 navendên dengdanê hatine dabeşkirin û hezar û 129 kesan jî navên xwe nû tomar kirine.
Diyar kir jî, li parêzgeha Duhokê ku li ser 41 navendên dengdanê hatiye dabeşkirin, 887 hezar û 120 dengdêr hene û hezar û 575 kesan jî navên xwe nû tomar kirine.
Herwiha diyar kir, li parêzgeha Silêmaniyê milyonek û 441 hezar û 855 dengdêr û 79 navendên dengdanê hene, heta niha hezar û 114 kesan navên xwe nû kirine.