Macron bo K24: Putin dixwaze dexlûdan wek çekekê li dijî rojava û cîhanê bi kar bîne

Serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, nûnekirina rêkeftina hinardekirina dexlûdan bi biryareke yekalî ji hêla Rûsyayê ve, bandoreke mezin li ser welatên Rojhilata Navîn û Efrîqayê dike.

Bruksel (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, nûnekirina rêkeftina hinardekirina dexlûdan bi biryareke yekalî ji hêla Rûsyayê ve, bandoreke mezin li ser welatên Rojhilata Navîn û Efrîqayê dike û got, Putin dixwaze dexlûdan wek çekekê li dijî rojava û cîhanê bi kar bîne.

Roja Sêşemê 18ê Tîrmeha 2023an, Serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê Hesen Barzan, hêviya xwe anî ziman ku kêşeya hinardekirina dexlûdan demildest were çareserkirin û diyar kir, di destpêkê de Rûsyayê biryar daye berpirsyariyeke mezin li stûyê xwe bigre, lê belê helwesta wê ya niha bandorê li ser welatên Rojhilata Navîn û Efrîqa û Asyayê dike.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron dibêje, Serokê Rûsyayê Valdimir Putin bi vê helwesta xwe wisa xuya dike ku dixwaze dexlûdan wek çekekê li dijî rojava û cîhanê bi kar bîne, bi vê yekê jî xeletiyeke mezin dike.

Emmanuel Macron diyar kir, hinek ji welatan heta niha gumana wan li vî şerî heye û piştevaniya Rûsyayê dikin, bi vê helwesta Putin bo rawestandina hinardeya dexlûdan li Deryaya Reş, divê ji bo hemû welatan zelal bibe û êdî piştevaniya Rûsyayê nekin.

Macron behsa destpêşxeriyeke welatê xwe kir ku ligel welatên endamên Yekîtiya Ewropayê û Yekîtiya Efrîqayê ji bo hevkarîkirina wan navçeyên ku ji aliyê asayîşa xurekê ve di bin zextê de ne, ligel wê yekê jî, hewl didin girîngiya zêdetir bi bilindkirina asta veberhênana dexlûdan bidin.

Di 22ê Tîrmeha 2023an de Rûsya û Ukrayna li Stenbolê bi çavdêriya Neteweyên Yekgirtî rêkeftinek îmze kirin, ku armanca wê, hêsankirina gihiştina dexlûdanên Ukraynayê bo bazarên cîhanê ye, da ku ew rêkeftin, qeyrana xurekê çareser bike.

Rêkeftin beriya niha çend caran hatibû dirêjkirin û di 17ê Tîrmeha 2023an de dema wê bi dawî dibe. Rayedarên Rûsyayê diyar dikin ku ew ti îhtîmalek ji bo dirêjkirina dema rêkeftinê nabînin.