Blinken: Em piştevaniya Herêma Kurdistanê dikin û êrîşa Îranê şermezar dikin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand: “Min pêwendî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da.”

Hewlêr (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand: “Min pêwendî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da.”

Antony Blinken li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Min duh pêwendî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir, ji bo nîşandana piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê û şermezarkirina êrîşa vê dema dawiyê ya Îranê, ku binpêkirina serweriya axa Iraqê bû.”

Blinken herwiha diyar kiriye: “Me behsa yekrêziya Kurd û pêwîstiya damezrandina hikûmetekê kir, ku şiyana wê hebe Iraqiyan û gelê xwe biparêze.”

eva 12/13ê Adara 2022yan bi dema Hewlêra peytext di demjimêr 01:03:47an de, Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê êrîşeke mûşekî bi 12 mûşekên balîstîk kire ser bajarê Hewlêrê û saziya Kurdistan24ê û çend cihên din ên sivîl hatin armanckirin.