Li Soranê di projeyeke niştecihbûnê de 141 teqemenî hatin dîtin
Navenda Nûçeyan (K24) – 141 bombe û teqemenî di projeyeke niştecihbûnê ya li Soranê hatin dîtin û ji bo komgehên Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mayinan hatin veguhestin.
Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mayinan a Hewlêrê duhî 18ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragihand, tîmên jinavbirina teqemeniyan li gundê Dêlziyan ê girêdayî qezaya Soranê ve, 141 bombe û teqemenî dîtin.
Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mayinan da zanîn jî, dîroka wan teqemeniyan vedigere serdema rêjîma Beis a rûxiyayî.
Diyar kir jî, ev teqemenî ew bi awayekî ewle ji bo komgeha sereke ya Rêveberiya Giştî hatin veguhestin, da ku di dema guncaw de be bên jinavbirin.
Di vê hefteyê de, 315 perçe bombe, mîn bermahiyên şer li heman cihî hatin dîtin û veguhastin.