Ukrayna: Ji ber êrîşên Rûsyayê 60 hezar ton dexlûdan têk çûn

Wezareta Çandiniyê ya Ukraynayê ragihand, di êrîşên Rûsyayê de bo ser Bendera Odessayê, li Bendera Çornomorskê 60 hezar ton dexlûdan têk çûn, diviyabû bi rêya Deryaya Reş were hinardekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Çandiniyê ya Ukraynayê ragihand, di êrîşên Rûsyayê de bo ser Bendera Odessayê, li Bendera Çornomorskê 60 hezar ton dexlûdan têk çûn, diviyabû bi rêya Deryaya Reş were hinardekirin.

Ev di demekê de ye ku Artêşa Rûsyayê eşkere kir, hêzên wan çend binkeyên pîşesaziya serbazî û rawestgehên sotemeniyê li Bendera Odessayê mûşekbaran kirine, wek tolhildanek ji bo êrîşa ser Pira Kirimê.

Ji aliyekî din ve, îro agir li binkeyeke rahênana serbazî ya li nîvgirava Kirimê ket û Hakimê Kirimê ragihand, ji ber şewatê 2 hezar û 200 welatiyan ji çar yekeyên niştecîbûnê vediguhezînin.

Hakimê Kirimê Sergey Aksyonov diyar kiriye, ti qurbaniyek ji ber şewatê çênebûye û alîkariya welatiyan tê kirin.