Elî Dolemerî: Pêgeha Herêma Kurdistanê ji aliyê jeopolîtîk ve ji bo Fransayê girîng e

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Parîsê Elî Dolemerî derbarê serdana Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu de ragihand, ev serdan girîng e ji ber ku ev yekem serdana Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê ya di kabîneya Macron de ye.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Parîsê Elî Dolemerî
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Parîsê Elî Dolemerî

Hewlêr (K24) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Parîsê Elî Dolemerî derbarê serdana Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu de ragihand, ev serdan girîng e ji ber ku ev yekem serdana Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê ya di kabîneya Macron de ye.

Elî Dolemerî ji Kurdistan24ê re diyar kir, hikûmeta Fransayê ji bilî warê siyasî û serbazî, di çendîn warên din de hevkariya Herêma Kurdistanê kiriye, herwiha eşkere kir ku serdana Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê bo Herêma Kurdistanê berdewama piştevaniya dîrokî ya Fransayê ye ji bo gelê Kurd û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di qonaxên salên 1991, 2003, 2014 û 2017an.

Herwiha Elî Dolemerî destnîşan kir, Fransa berdewam rola wê di navçeyê de hebû, niha jî bi xwekomkirinê û rêkxistinê ve mijûl e û dixwaze siyaseta xwe ya derve ya derbarê Rojhilata Navîn de pêş bixe, ku Herêma Kurdistanê ji aliyê jeopolîtîk ve navçeyeke zindî û bi bandor e li Rojhilata Navîn, loma Fransa zêdetir girîngiyê dide Herêma Kurdistanê.

Dolemerî diyar kir, Fransa rola Herêma Kurdistanê ya di şerê dijî DAIŞê de jibîr nekiriye, loma ji wê yekê dilniya ye ku bandoreke mezin a Herêma Kurdistanê di asayîşa navçeyê de heye.

Biryar e, vê êvarê 19ê Tîrmeha 2023an, Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê bigihe Hewlêrê û ligel Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive. Sebastien Lecornu û rayedarên Herêma Kurdistanê dê pêwendiyên dîrokî yên Parîs û Hewlêrê, rewşa navçeyê û rûbirûbûna terorê gotûbêk bikin.