Wezîrê Derve yê Swêdê: Desthilatên Iraqî nekarîn nûnerên dîplomatîk biparêzin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî şewitandina balyozxaneya Swêdê li Bexdayê di xwepêşandanekê de, Swêdê gazî nûnerê Iraqê li Stockholmê kir û êrîşa li ser balyozxaneyê şermezar kir.

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom got, “Tiştê li Bexdayê rû daye, bi tevahî nayê qebûlkirin û em van êrîşan bi tundî şermezar dikin.”

Tobias Billstrom got, desthilatên Îraqî nekarîn nûnerên dîplomatîk biparêzin. Da zanîn jî, wan ji ber xwenîşandanan karûbarê li balyozxaneyê heta demeke nediayr rawestandiye.

Wek karvedanekê li dijî şewitandina çapeke Ourana pîroz, alîgirên Rêberê Tevgera Sedirê, îro danê sibê avêtin ser Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê û şewitandin.

Wezareta Derve Swêdê got, “Ev kiryar, binpêkirina Peymana Viyanayê ya ya taybet bi nûnerên dîplomasî ye.”

Da zanîn jî, “Karmend û nûnerên me yên dîplomatîk li Bexdayê sax in û bo cihekî ewle hatine veguhestin.”

Ev yek piştî wê tê, Medyaya Swêdê ragihand, penaberê Iraqî Selwan Momîka, plan dike îro pêncşemê çapeke din Qurana pîroz û ala Iraqê li ber Balyozxaneya Iraqê li Stockholmê bişewitîne.

Penaberê Iraqî yê bi navê Selwan Momîka roja 28ê Hezîranê li Stockholma Swêdê Qurana pîroz şewitandibû û alîgirên Sedirê avêtin ser Balyozxaneya Swêdê li Bexdayê.

Ev kiryar jî karvedanên tund li ser asta navdewletî û navxweyî û hin Swêdî jî pişt xwe anî.